ANKARA
Wezareta Perwerdeya Neteweyî (MEB) tayîna 701 mamosteyên ku branşên wan cûrbicûr in kir.
Ji bo 750 kadroyên mamostetiyê di 20-26ê çiriya paşîn de li ser înternetê serlêdan hatibûn kirin. Wezaretê pêşiyê serlêdanên namzetan pejirand paşê jî li gor pûanê wan ê KPSSP10 û KPSSP12ê, maweya wan a xizmetê, derceya wan û tercîhên wan li ser înternetê nirxand. Mamosteyên namzet dikarin encamê li ser malpera wezaretê hîn bibin.
Li gor encama nirxandinê 693 mamoste cara ewil hatin tayînkirin. 7 mamoste ji sazî guhertinê cardin hatin tayînkirin. Ji bilî van bi mamosteyekî werzişê ve li ser hev 701 mamoste li ser înternetê hatin tayînkirin.
Tayîn herî zêde di branşên tirkî, matematîka dibistana seretayî, zanistên fenê, fen û teknolojî, mamostetiya polê û ingilizî de hat kirin. Hin kontenjanên mamostetiya zanista exlaq û çanda dîn û dersên pîşeyî yên lîseya îmam xetîbê vala man.
Mamosteyên nû dê sibê pê ve bikaribin bikevin dersan.