ANKARA
Wezareta Perwerdehiyê cara ewil ji bo xwendekarên pola 8emîn derbasî lîseyê bibin ezmûna hevpar ya navendî li dar xist.
Runiştina ezmûnê ya ewil duh hatibû kirin. Rûniştina duyemîn jî îro hat kirin û di saet 12.00an de bi dawî bû. Ezmûnê di saet 09.00an de dest pê kir û li ber deriyê dibistanên ku tê de ezmûn hebû wezîfedarên dibistanê û polês sekinîn.
Xwendevanên pola 5, 6, 7an ên ku li dibistanên wan ezmûn hebû him duh û him jî îro betlane kirin.