İbrahim Atmaca
24 Mijdar 2019•Rojanekirin: 25 Mijdar 2019
Nêzî 18 milyon xwendekarên pêşdibistan, dibistana seretayî û navîn û lîseyê piştî tetîla ewil a navberê ya 18-22yê mijdarê, wê sibê herin dibistanê.
Xwendekaran betlaneya navberê ya ewil a sala 2019-2020î di navbera 18-22yê mijdarê da kir. Di navberê da li 81 bajaran seba xwendekaran çalakî hatin lidarxistin.
MEBê seba mamsoteyan jî bernameyên ser mamostetiyê kirin û di bernameyan da aktivîteyên wek hunerî, sportîf, çandî hebûn.
- Salnameya perwerdeyê
Li gor "Modela Salnameya Xebatê ya Perwerde Hîndekariyê ya Nû" piştî betlaneya ewil a navberê, nîvê duyem ê serdema ewil sibê dest pê dike.
Betlaneya nîvê salê di navbera 20-31ê rêbendana 2020î da ye. Serdema duyemîn a perwerde û hînekariyê wê 3yê sibata 2020î da dest pê bike.
Betlaneya navberê ya duyemîn jî wê di navbera 6-10ê nîsana 2020î da be, 13ê nîsanê da nîvê duyemîn a serdema duyemîn dest pê dike û 19ê hezîranê da kuta dibe û betlaneya havînê ya 11 hefteyan dest pê dike.