ANKARA
Biryara Lijneya Wezîran a der barê Hîmên Sepandina Bernameya Şîrê Dibistanê de, di rojnameya fermî de derket.
Li gor vê dê di çerçoweya bernameya Şîrê Dibistanê de ji bo ku zarok vexwarina şîr ji xwe re bikin adet dê li wan şîr bê belavkirin. Di vê çerçoveyê de xwendekarên dibistana destpêkê yên serbixwe, dibistana destpêkê, polên sepandinê û dibistanên seretayî dê şîr werbigirin.
Li dibistanên taybet ev spandin li gor daxwaza dê û yan jî bavê xwendekar û li gor biryara birêvebiriya dibistanê dê bê sepandin.
Wezareta Perwerdehiyê dê dibistanên ku şîr lê bên belavkirin diyar bike. Di heftê de 3 roj 200 mîlîlître şîrê birûn dê li xwendekarên dibistanê bê belavkirin.
Ev şîrên UHTê jî dê ji saziyên ku li gor rê û rêzikên qanûnî li welêt hilberînê dikin dê bê temînkirin.
Xwendekarên ku şîr li wan nayê dê şîr nedin wan, lewra ew kes jî dê bi alîkariya malbat, bijîşkên malbatê û mamosteyan ve bên tespîtkirin.