BÎNGOL
Rektoriya zanîngehê daxuyaniyek da û diyar kir ku dê Enstitûya Zimanên Zindî, Enstitûya Zanistên Civakî û Enstitûya Zanistên Fenî di sala 2013-2014an ya perwerde û hîndekariyê de ji bo dewra payizê bi ezmûnê xwendekarên lîsansa bilind û doktorayê bên wergirtin.
Hat diyarkirin ku Zanîngeha Bîngolê ji bo Enstitûya Zimanên Zindî di nav de 10 xwendekarên lîsansa bilind ya bitêz bi tevahî 50 xwendekarên lîsansa bilind dê werbigre.
Li gor daxuyaniyê ji bo Beşa Wêje û Zimanê Zazakî 5 xwendekarên lîsansa bilind ya bitêz, 20 xwendakerên lîsansa bilind ya bêtêz û ji bo Beşa Wêje û Zimanê Kurmancî jî 5 xwendekarên lîsansa bilind ya bitêz û 20 xwendakerên lîsansa bilind ya bêtêz bên wergirtin. Berendamên ku bixwazin serî lê bidin divê ji pûanê ALESê ji beşên gotinî û hejmarkî de herî kêm 55 stendibin.
Şert û mercên din yên ku ji berendaman tê xwestin di malpera zanîngehê ya înternetê ya ku www.bingol.edu.tr de hatiye nivîsandin.