HAKKARÎ
Di bin serokatiya Cîgirê Walî Cevat Ûyanik de li Salona Civînê yê Walîtiyê, civîna perwerdehî û hîndekariyê hat kirin. Di civînê de li ser plankirina xebatên ku heta niha ji bo perwerdehiya nû ya îsal hatine kirin, hat axaftin.
Di civînê de hat xwestin ku xebat û amadehiyên sala nû, beriya ku 16ê îlonê dibistan vebin, dê bên temamkirin.
Midûrê Perwerdehiya Neteweyî ya Bajêr Mahmût Kûrtalan û rayedarên dibistanan bêşdarî civînê bûn.