11 Mijdar 2015•Rojanekirin: 12 Mijdar 2015
SÎÎRT
Li Sêrtê îsal zêdetirî 4 hezar xwendekaran di çarçoveya dersa bijarte da dersa kurdî hilbijart.
Wezareta Perwerdeya Neteweyî di çarçoveya bernameya dersa "Ziman û Zaravayên Zindî" da li dibistanên navîn û îmam xetîban dersa kurdiya zaravayê kurmancî tê dayîn. Îsal 4 hezar û 39 xwendekaran kurmancî, 77 xwendekaran jî abazayî hilbijart. Di nav xwendekarên ku kurmancî hilbijartin da xwendekarên ku kurd nînin jî hene.
Midûrê Perwerdeya Millî yê Bajêr Fethî Suay daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku li Sêrtê xwendekar piranî dersa kurmancî û abazî hilbijartin, li gor par hejmara xwendekarên ku kurmancî hilbijartin zêde bû.
Suay bi bîr xist ku li Sêrtê welatî digel tirkî, bi kurdî û erebî jî diaxivin û wiha dewam kir: "Li Sêrtê gel bi sê zimanan diaxive. Hema hema her kes ji zimanê hevdu fêm dike. Bi saya serê dersên bijarte, nifşa nû wê baştir hevdu fêm bike."
- "Hin xwendekar bi zimanê dayîkê naaxivin"
Diyaddîn Demirê ku li Dibistana Navîn a Hurriyetê mamosteyê dersa kurdî ye got ku zarokên malbatên kurdan ji bo ku zimanê dayîkê hîn bibin ev ders hilbijartin.
Demir got ku eleqeyê nîşanî dersa kurdî didin, lê li kirtasiyeyan bi têra xwe çavkanî tunene û wiha dewam kir:
"Piştî ku kurdî di dibistanên dewletê da wek dersa bijarte hat dayîn, bi taybetî jî welatiyên Başûrê Rojhilata Anadoluyê, ev ders hilbijartin. Heke ku hejmara mamosteyan zêde bikin û çavkaniyên vê beşê xurt bibin, feyda vê perwerdeyê wê baştir bibe."
Demir ragihand ku ew ji bo asta bingehê perwerdeya kurdî didin û wiha dewam kir: "Hin xwendekar her çend kurd bin jî, nikarin bi zimanê dayîkê biaxivin. Ev perwerde her çend têrê neke jî xwendekar bi saya serê vê perwerdeyê dikarin bi malbatên xwe ra biaxivin. Li gor fikra min wê werin asteke baştir."
- "Ez bi kurdî hîn bûm"
Ji xwendekaran Şîlan Kurgutatayê got ku wê bi perwerdeya dibistanê dest bi fêrbûna zimanê dayîkê kir û wiha dewam kir: "Xwedê kirî ev ders heye. Ez bi zimanê xwe yê dayîkê, kurdî hîn bûm. Ez bi hevalên xwe ra dikarim bi kurdî biaxivim. Ji ber ku kurdî fêrî min kirin, ez ji hemû mamosteyên xwe ra sipasdar im."
Îbrahîm Kalkan jî got ku wî berê nizanibû bi kurdî biaxive, bi saya serê dersa bijarte ew zimên hîn bûye. Kalkan got ku ew êdî dikare hevalê wî yên ku bi kurdî dizanin fêm bike.