ANKARA
Alîkarê Serokwezîr Yalçin Akdogan der barê îdiayên ku bi Alîkarê Serokwezîr Bulent Arinç re ketiye nav nîqaşan de wiha got: "Yên ku axaftina min a bi Birêz Bulent Arinç re ya ku li ser budçeyê ye wek 'nîqaş' didin, derewan dikin."
Akdogan li ser hesabê xwe yê Twîtterê bersiv da îdiayên ku "Bi Alîkarê Serokwezîr Arinç re ketiye nav nîqaşê."
Alîkarê Serokwezîr Akdogan di daxuyaniya xwe de wiha got: "Di navbera rojnamevanî û derewkariyê de ferq heye. Rojanmevan li pey rastiyê dikevin, yên din jî li pey derew û berevajîkirinê dikevin. Yên ku axaftina min a bi Birêz Bulent Arinç re ya ku li ser budçeyê ye wek 'nîqaş' didin, derewan dikin."