ANKARA
Serokkomar Abdullah Gul bi sedama Cejna Serkeftinê ya 30yê Tebaxê li Qesra Çankayayê resepsiyonek da û di resepsiyonê de bersiv da pirsên rojnamevanan.
Ji Gul hat pirsîn ku gelo heke Amerîka mudaxaleyê Sûriyê bike, dê çawa bibe û Tirkiye dê çi bike? Gul wiha bersiv da: "Ji bo Tirkiyê beriya her tiştî ya girîng berjewendiyên neteweyî ne. Ev jî îstîkrar, aramî û ewlehî ne. Dema em dibêjin berjewendiyên neteweyî em qala van tiştan dikin. Ji bo van jî Tirkiye dixwaze cînarên baş û eqlêselîm hebin da ku bikare bi wan re di nav aştiyê de bijî."
Gul, helwesta xemsar ya camîaya navneteweyî ya ji bo Sûriyê jî rexne kir û wiha pê de çû: "Ji roja ku li Sûriyê şerî dest pê kir heta niha camîaya navneteweyî guh neda rewşa li wir û her dem xemsar tevgeriya. Ji ber vê jî şer mezin bû û êdî rejîm biguhere jî kî dê bikare pêşî li şerê nav mezheban bigre."
Gul, destnîşan kir ku ji bo Sûriyê stratejiyeke binecih û berfireh hewce ye û wiha dewam kir: "Jixwe kêmasiya herî mezin ev e. Hate niha raya giştî ya navneteweyî ji bo ku Sûrî ji nav vê kaosê derkeve, nexşerêyek diyar nekir û her dem xemsar tevgeriya. Lê êdî wext nema û talûkeya li wir, li ber çavê her kesê ye. Li Sûriyê çekên kîmyewî hatin bikaranîn û heke bersiva vê neyê dayîn, her kes dê çav li Sûriyê bike. Ji bo ku careke din tu kes tişteke wiha neke, divê ya hewce teqez bê kirin."