ANKARA
Civîn, li Avahiya Fermî ya Serokwezîriyê ji çapemeniyê re girtî hat kirin û di saet 19.05an da dest pê kir.
Sererkan Orgeneral Necdet Ozel, Alîkarên Serokwezîr Beşîr Atalay û Alî Babacan, Wezîrê Dadê Sadûllah Ergîn, Wezîrê Karên Derve Ahmet Davutoglu, Wezîrê Karên Derve Mûammer Guler, Wezîrê Parastinê yê Neteweyî Îsmet Yilmaz, Musteşarê Serokwezîr Efkan Ala û Musteşarê MÎTê Hakan Fîdan beşdarî civînê bûn. Civîn nêzikî 3 saetan dewam kir.