Nihat Kavşut
22 Cotmeh 2019•Rojanekirin: 22 Cotmeh 2019
Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Putîn: "Ez bawer dikim ku asta têkiliyên me yên heyî di roja îroyîn da wê feydeyê bide çareserkirina hemû pirsgirêkên li herêma me."
Putîn li Soçiyê li Rezîdansa Serokatiya Dewletê ya Rûsyayê bi Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ra hat bal hev û beriya civînê axivî.
Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Putîn got ku ez bawer dikim ku asta têkiliyên me yên heyî di roja îroyîn da wê feydeyê bide çareserkirina hemû pirsgirêkên li herêma me.
Putîn destnîşan kir der barê rewşa li herêmê da dînamîkên zehf cuda hene û got ku ez bawer dikim ku ev hevdîtin û îstişare wê baş derbas bibin.