Kaan Bozdoğan
20 Gulan 2023•Rojanekirin: 20 Gulan 2023
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan der barê ciwanan da di parvekirina xwe da wiha got, "Kesên di zilûmatên bêbinî da diperpitin nikarin hêviyê bidin. Kesên vizyon, xeyal, îdeal û armanca wan tunebe nikarin asoyekê xêz bikin. Rica dikim bi derewên kesên ku dixwazin we jî bikin şirîkên têkçûyînên xwe yên siyasî nexapin û guh nedin rewşa tarî ku dixwazin wisa nîşan bidin."
Erdogan li ser hesabê xwe yê Twitterê der barê ciwanan da parvekirinek kir.
Serokomar Erdogan xitabî ciwanan kir û wiha got, "Kesên di zilûmatên bêbinî da diperpitin nikarin hêviê bidin. Kesên vizyon, xeyal, îdeal û armanca wan tunebe nikarin asoyekê xêz bikin. Rica dikim bi derewên kesên ku dixwazin we jî bikin şirîkên têkçûyînên xwe yên siyasî nexapin û guh nedin rewşa tarî ku dixwazin wisa nîşan bidin. Em hertim li cem we ne. 21 sal e em desthilatdar in. Em bi we gelekan ra hevtemen in."
Di axaftina xwe da Serokomar Erdogan destnîşan kir ku wan di seranserê desthilatdariya xwe ya 21 salî da tu carî eleqeya xwe bi jiyan, şekl û şemala ciwanan nekirine û nehîştine kes jî bike.
Erdogan ragihand ku tevlî gelek berhem, veberhênan û projeyan va ji bo ku ciwan bikaribin bi rihetî fikr û ramanên xwe bînin ziman jî hewl dan û wiha domand: "Em îro li Tirkiyeya ku her merasima hunerî bi rihetî tê kirin, mazûvaniya organîzasyonên navneteweyî dike, ji sporê bigir heta muzîk, zanist û teknolojiyê ku di nav jiyana me da cî digirin, dijîn. Li welatê me 208 zanîngeh, 96 teknopark, 316 navendên sêwiranê, 1249 navendên AR-GEyê hene û em ber bi hedefên xwe va dimeşin. Em xwedî platformeke wek TEKNOFESTê ne ku nêzî milyonek ciwanên me dikarin tê da merîfetên xwe nîşan bidin û bi reqîbên xwe yên li çar aliyê dinyayê ra têkevin reqabetê. Bi saya Hemleya Teknolojiya Neteweyî va em welatê xwe ji wê asta ku bi tenê xerc dikir derdixin û tînin asta welatê ku êdî teknolojiyê çêdike û difiroşe. Me ev hemû ji bo we û bi saya ked, piştgirî û xwêdana we, kirin. Di 28ê Gulanê da jî înşallah em ê tevî we dest bi avakirina Sedsala Tirkiyeyê bikin."