Ji bo Serokomarê 7emîn Kenan Evren li Biryargeha Sererkaniyê merasima cinaze hat lidarxistin.
Cinazê Evren bi wesayita eskeriyê ji Akademiya Tibê ya Eskerî ya Gulhaneyê (GATA) anîn Biryargeha Sererkaniyê. Li vir eskeran cinazeyê Evren da ser milên xwe û anî qada lê merasim tê kirin.
Eskeran darbesta cinazê Evrenê ku bi alaya Tirka hatibû pêçandin danî ser katafalkê. Wêne û madalyayên Evren jî danîn ber darbestê. Eskeran li ber darbesta Evren nobet û rêz girt.
Malbat û xizmên Serokomarê 7emîn Kenan Evren beşdarî merasimê bûn.
Piştre cinazê Evren birin Mizgefta Ahmet Hamdî Aksekiyê. Piştî nimêja nîvro mêja wî bê kirin û wê li Goristana Dewletê were definkirin.
Endamên çapemeniyê hilnedan merasima ku li Biryargeha Sererkaniyê hat kirin.