TBMM
4 parlementerên BDPê û parlementerekî serbixwe di Lijneya Giştî ya Meclisê de sond xwarin.
Lijneya Giştî di seroktiya Cihgirseroka Meclisê Meral Akşenerê de kom bû. Akşenerê diyar kir ku hejmara kombûna civînê temam e û beriya rojevê gazî parlementeran kir ku sond bixwin. Pêşiyê Parlementera BDPê ya Mêrdînê Gulser Yildirim derket sond xwar, pişt re Parlementerê BDPê yê Şanliûrfayê Îbrahîm Ayhan, Parlementerên BDPê yên Şirnexê Selma Irmak û Faysal Sariyildiz û Parlementerê Serbixwe yê Wanê Kemal Aktaş li Meclisê sond xwarin.
Gava ku parlementer hatin meclisê parlementerên BDPê û HDPê bi çepikan ve pêşwazî kirin. Cihgira serok Ayşe Bahçekapili û parlementerê AK Partiyê Mehmet Metîner, Salih Firat, Kasim Gulpinar, Parlementerên CHPê Sezgîn Tanrikulu, Aydin Ayaydin, Sînan Aygun û Mustafa Balbay çûn parlementer pîroz kirin û demeke kin bi wan re axivîn.
Cihgirseroka Koma AK Partiyê Belma Satir û hin parlementerên din piştî sondxwarinê parlementer pîroz kirin.