TBMM
Cîgirserokê Koma BDPyê Îdris Balûken destnîşan kir ku ji bo parlamenterên girtî dê AK Partî di nav xwe de bicive, piştî civînê jî bangî CHP, MHP û BDPyê bikin. Di encama vê bangê de dê cîgirserokên koman bicivin, heke di vê mijarê de li hev bikin dê di serokatiya Serokê Meclisê de civîn bê li dar xistin.
Cîgirserokên Koma BDPyê Pervîn Bûldan û Îdris Balûkan der barê hevdîtinên bi Serokê TBMMyê Cemil Çîçek û Wezîrê Dadê Bekir Bozdag de daxuyanî dan.
Bûldan der barê hevdîtina bi Bekir Bozdag re wiha got: "Hêviyek heye ku dê pêvajoya aştî û çareseriyê êdî bi birêz Bozdag re bimeşe. Em li ser van mijaran axivîn."
Bûldanê destnîşan kir ku hêvî û daxwazên xwe ji Bozdag re gotine û li ser rewşa parlamenterên girtî jî sekinî ne û divê teqez ev mesele were çareserkirin.
Bûldanê diyar kir ku li ser rewşa Seroka Giştî ya HDPyê Sebahat Tûncel jî sekinî ne û wiha got: "Biryara der barê Tûncelê de me di nav gumanê de dihêle. Me di serdanê de anî ziman ku ev biryareke siyasî ye. Ji bilî vê em li ser girtiyên nexweş jî axivîn û me daxwazên xwe gotin. Divê teqez bên berdan, lewra ev ji bo pêvajoyê girîng e."
- "Em helwesta Serokê Meclisê erênî dibînin"
Cigîrserokê Koma BDPyê Îdris Balûken jî li ser hevdîtina bi Serokê TBMMyê Cemil Çîçek re sekinî û der barê hevdîtinê de agahî da.
Balûken destnîşan kir ku Çîçek der barê parlementerên girtî de aniye ziman ku "divê ev rewş biguhere û li Meclisê jî çi xebat hewce dike bê kirin." Balûken wiha berdewam kir "Birêz Çîçek got ku di vê mijarê de fikra min diyar e, divê partiyên siyasî jî çi berbirsiyarî bikeve ser milên wan bikin. Em jî vê helwesta Serokê Meclisê di cih de û erênî dibînin."
Balûken li ser pirsekê diyar kir ku dê hevdîtina wan a bi Wezîrê Karên Navxweyî Efkan Ala re hefteya ku bê pêk were.