Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ji bo Hilbijartina Herêmî ya 31ê Adarê raya da.
Erdogan û xanima xwe Emîne Erdogan li Uskudar Kisikliyê li Dibistana Navîn ya Saffet Çebî raya xwe dan.
Serokomar Erdogan piştî ku li sandoqa "3308"an raya xwe da ji rojnamevanan ra axivî.
Serokomar Erdogan der barê Hilbijartina Herêmî da got, "Ez wisa difikirim ku înşellah ji bo welatê me, ji bo gelê me encameke bi xêr derkeve."
Serokomar Erdogan piştî dengdayînê daxuyanî dan
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan der barê Hilbiijartinên Herêmî da got ku "(Hilbijartinên Herêmî) Ez wisa difikirim ku înşellah ji bo welatê me, ji bo gelê me encameke bi xêr derkeve."
Serokomar Erdogan bi xanima xwe Emîne Erdogan ra li Dibistana Navîn a Saffet Çebî ya li Uskudarê dengê xwe da û paşê daxuyanî dan rojnamevanan.
Erdogan bi bîr xist ku demek kurt berî niha Hilbijartina Giştî ya Parlamenteriyê ya Heyama 28emîn û Serokomariyê hat îcrakirin û got ku îro jî Hilbijartinên Herêmî tên kirin.
Erdogan got ku hilbijartinên ku li pey hev di demek evqas kurt da hatin kirin gel jî wan jî westand û wiha axivî:
"Ji ber ku me kampanyayeke gelekî têr û tijî derbas kir. Piştî vê kampanyayê jî îro bi îcrakirina hilbijartinan va înşellah wisa difikirim ku dê di hilbijartinên herêmî da ji bo welatê me, gelê me encameke bi xêr derkeve. Ev hilbijartin di pêvajoyeke nêzî hev da dê bibe wesîleya heyameke nû. Ji aliyekî va hilbijartina parlamenteriyê û Serokomariyê ji aliyê din va hilbijartinên herêmî ez hêvî dikim ku ev înşellah li welatê me bibe wesîleya heyameke nû, destpêka sedsaleke nû. Ez li ser navê xwe û hemû hevalên xwe yên ji partiyê ji ber sedeqata ku nîşan dan spasiya gelê me dikim. Ez bi vê wesîleyê jî spasiya hemû hevalên xwe yên mensûbên lijneya sandoqan dikim."