Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ji malbatên xebatkarên ku di qezaya asansorê ya ku li Şîşliyê de mirin re têlefon kir û serxweşî da wan.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên serokomariyê hatin bidestxistin, Serokomar Erdogan duh êvarê beriya ku ji Qesra Çankayayê derkeve ji malbatên xebatkaran re têlefon kir û serxweşî da wan.
Serokomar Erdogan di axaftinê de destnîşan kir ku ji ber vê bûyerê gelekî li ber xwe ketiye û der barê bûyerê de ji rayedaran agahî hilda. Erdogan ji bo xebatkarên mirî got "Xwedê bi rihma xwe şah bike" û serxweşî da malbatan.
Serokomar Erdogan destnîşan kir ku hemû Tirkiye ji ber vê qezayê li ber xwe dikeve û der barê bûyerê de lêpirsînên edlî û îdarî dane destpêkirin.
Erdogan bi têlefonê ve li Mustafa Gençê bavê Hidir Alî Genç, Huseyn Bîçerê birayê Vahdet Bîçer, Îbrahîm Bîlgiyê birayê Cengîz Bîlgî, Rasîm Meşeyê birayê Menderes Meşe, Ahmet Tatoglûyê pismamê Cengîz Tatoglû, Emre Balê birayê Bîlal Bal, Ferdî Karayê bavê Tahîr Kara û Dursun Ustayê bavê Murat Usta geriya û serxweşî da wan.