15 Adar 2017•Rojanekirin: 15 Adar 2017
YOZGAT
Wezîrê Dadê Bekir Bozdag: "(De barê krîza Hollandayê de) Êrîşên ku li wê derê bi kûçikan û polêsan kirin îxlala mafê mirovan e. Ev hereket li dijî mafê çalakiyê jî ye. Rêbirîna li wezîra me îxlaleke azadiyê ye. Êrîşa ku li nûçegihanan hat kirin jî li dijî azadiya çapemeniyê ye. Li ser van îxalalan lazim e hemû civatên navneteweyî rabin ser piyan."
Wezîrê Dadê Bozdag: "(Biryara Dîwana Dadê ya YEyê ya der heqê şalpeyê da) Li tu dewleteke demokratîk nayê ku însanan di navbera karê wî û baweriya wî da bide zorê ku ji herduyan yekî tercih bike. Ev îptîdaîtiyek e, ev dûrî ruhê demê ye. Herwiha di sedsala 21emîn da bi destê dadgehê zihniyeta Serdema Navîn hatiye zindîkirin, ji xeynî vê wateyeke wê ye din tuneye."
Wezîrê Dadê Bekir Bozdag: "Komîsyona Venedîkê bi rapora weşandî ji bo referanduma Tirkiyeyê bû teref û kete aliyê 'na'yê. Ev rapor, raporeke objektîf nîne, raporeke subjektîf û siyasî ye. Tiştên di vê raporê de tên gotin, gotinên CHP û HDPyê ne ku di Komîsyona Qanûna Bingehîn de gotine."