Nihat Kavşut
06 Hezîran 2018•Rojanekirin: 06 Hezîran 2018
YOZGAT
Bozdag: "(Qendîl) Artêşa Tirkiyeyê berê jî derdiket operasyonê û ji vir pê da dema hewcedarî çêbe wê dîsa operasyonên bejayî û esmanî berdewam bikin."
Bozdag: "Dema piştî Lijneya Wezîran me got îhtimal heye ku li Qendîlê operasyon bê kirin beriya Qendîlê deng ji CHPyê derket."
Bozdag: "(Nexşerêya Minbicê) Teqwîmeke eşkere heye. 90 rojên wê bi eşkereyî hatiye plankirin. Çi çaxê wê çi bên kirin hemû hatine tesbîtkirin."
Bozdag: "(Nexşerêya Minbicê) Ev wê tenê bi Minbicê ra sînorkî nemîne. Rojhilatê Feratê jî wê ji terorîstên PKK, YPG û PYDyê bê paqijkirin. Em dixwazin li rojhilatê Feratê jî wekî Minbicê bi peymaneke siyasî çareserî çêbe. Heger ev herêm ji rêxistinên terorê neyên paqijkirin û gef û talûkeya terorê dewam bike heqê Tirkiyeyê heye ku ewlehiya xwe ya neteweyî biparêze û talûkeyên terorê berteref bike. Em ê xwe nedin paş û heqê xwe biemilînin."