ANKARA
Alîkarê Serokwezîr Bekir Bozdag di hesabê xwe yê Twitterê de bûyerên ku li Misrê diqewimin da zanîn û ji bo meha remezanê peyamek şand. Bozdag, gulebarana ku li ser nimeja sibê li gel hat kirin şermezar kir.
Bozdag di daxûyaniya xwe de wiha got: "Ez bi tundî kesên ku ev bûyer kirin an jî dan kirin lanet dikim û şermezar dikim. Gelo wijdana kesên ku piştgiriyê didin derbeyê û yên ku derbeyê bi coş pîroz dikin rehet e.''
Bozdag got: ''Daxwaza min ev e ku meha remezanê ji bo alema îslamê û ji bo mirovahiyê xêr û bereketê bîne û bi fersenda meha pîroz mezlûm jî bifilitin.'' Bozdag wiha pê de çû: ''Meha Qurana pîroz, meha rehmet, bereket û marîfetê; şah û sultana yazdeh mehan tu bi xêr hatî. Nimêja terewîhan a yekem û niyeta rojiyê ya yekem îşev e. Xwedê teala hemû îbadet û diayên me qebûl bike.''