24 Nîsan 2018•Rojanekirin: 25 Nîsan 2018
TBMM
Serokomar Erdogan: "Niha senaryoyeke pir ecêb li holê ye. Emê bibînin heta dawiya hefteyê ev senaryo ka wê çawa bê listîn."
Erdogan cewab da Wekîlserokê Koma CHPê Ozel û got: "Ez nahêlim tu wan hereketên dest û piyan bikî, tu dikarî li hemberî Serokê Giştî yê AK Partiyê bikî lê nikarî li hemberî Serokkomarê vî welatî bikî. Loma divê tu pêşî hedê xwe bizanibî. Lê exlaqekî wisa li cem van tuneye. Go nîqaşên li Lijneya Giştî bi rastî jî felaketek bû, karesatek bû."
Erdogan: "Hûn (CHP) jixwe her tim reviyan. Hûn tu carê li ber F-16yan bi qehremanî nesekinîn, hûn nebûn ji wan kesên ku li ber tankan disekinin. Heta wisa ku hûn bûn ji wan kesên ku li ser Kolana Bagdatê çepikan lê didin."
Serokomar Erdogan: "Kemal Beg emê ji Cudiyê, Gabarê, Bestler Derelerê, Tendurekê heta ji Qendîlê jî dernekevin, vê bizanibe. Ji bo aramiya gelê me çi hewce bike emê bikin. Li Bakurê Sûriyeyê çi hewce bike emê bikin. Niha hejmara terorîstên ku hatine berterefkirin 4 hezar û 272 e. Li Bakurê Iraqê çi bû; 353. Li hundirê welêt çi bû: 258. Sekin tune, berdewamî heye."