Civîna Pakêta Ewlehiyê ya Navxweyî ya ji bo ku hin qanûnan de guherînan an verastkirinan dike di Lijneya Giştî ya TBMMyê de 18 saet û nîvan dewam kir.
Di Lijneya Giştî de 6 made yên din jî hatin qebûlkirin. Heta niha 16 made ji Meclisê derbas bû.
Li gor pakêtê di çêkirin û firotina bonzaî, madeyên tiryak û hişbirê de ceza nîvî nîvî zede bûn.
Li gor qanûna ku di meriyetê de ye 200 mêtro nêzîkî dibistan, mizgeft, artêş, îbadetxane, nexweşxane, avahî û tesîsên kamuyê çêkirin û firotina hişbirê qedexeye. Lê niha ev ceza nîvî vîvî tê zedekirin. Qasî 7 sal û nîv cezayê girtinê wê bê dayîn.
- Polês wê bikaribin heta 48 saetan mirovan binçav bikin
Heke kesek yekî bikuje, bi zanetî birîndar bike, zarokan îstismar bike, dest dirêjiyê, fuhşê, qaçaxçitiyê û talanê bike, madeyên hişbirê îmal bike û bifroşe li ser sûc bê girtin wê heta 24 saetan bên binçavkirin.
Di bûyerên civakî de sûcên ku pergala kamuyê xirab dikin û bi komî tên kirin de heta 48 saetan wê bikaribin bên binçavkirin.
Yê ku hatiye binçavkirin herî dereng wê heta 48 saetan, di bûyerên civakî de jî herî dereng heta 4 rojan wê derxin li ber dadger.
Yên ku çek, molotof, xarên hesin û kevkanî bi kar bînin wê bên girtin.
- Walî wê bikaribin fermanan bidin
Heke hewce bike walî wê bikaribin fermanan bidin polês û rayedaran ku sûcdar zû bên dîtin.
Di navçeyan de jî qaymeqam wê bikaribin heman fermanan bidin.
Kesên ku beşdarî çalakiyên ku pergala kamuyê û ewlehiyê xirab bikin bibin, ewlehiya can û malê civakê bikin talukeyê, guh nedin biryar û tevdîrên waliyan wê ji 3 mehan heta salekî cezayê hepsê bixwin.