ANKARA
Berdevkê Hikûmetê û Alîkarê Serokwezîr Bulent Arinç piştî Civîna Lijneya Wezîran a ku 6 saet û nîv dewam kir, derket hemberî çapemeniyê, daxuyanî da û pirsan bersivand.
Civîna wezîran ya ku bi serokatiya Serokwezîr Ahmet Davutoglu hat kirin 6 saet û nîv dewam kir û piştî civînê jî berdevkê hikûmetê Arinç derket hemberî çapemeniyên û daxuyanî da.
Qendîl estengiyê derdixe
Alîkarê Serokwezîr ji bo daxuyanî û astengiyên der heqê çek berdanê de weha got: "Her kes dizane ku ev astengî herî zêde ji rûyê Qndîlê derdikeve. Ji ber vê jî hin parlementerên HDPyê yên ku car car bi Îmraliyê re hevdîtinan dikin. Em vê yekê dizanin."
Arinç qala ziyareta lijneya HDPyê ya herî dawîn a ku çûn Qendîlê jî kir û wiha pê de çû: "Bi qasî ku ez dizanim Birêz Sirri Sureya Onder û xanimeka bi navê Ceylan Bagriyanik çûn. Ewê çawa vegerin, bi çi vegerin, biryareke çawa dane, eleqeya biryarê çiqas bi pêvajoya çareseriyê heye? Der heqê vê de helbet ewê daxuyanî bidin û raya giştî jî agahdar bikin."
-Em di warê Pêvajoya Çareseriyê de bibiryarin
Berdevkê Hikûmetê bi taybetî bal kişand ser Pêvajoya Çareseriyê ya ku ji hêla hikûmetê ve tê birêvebirin û xeberdana xwe wiha domand: "Em di pêvajoya çareseriyê de wek hikûmet bibiryarin ku li gor menfeatên xelkê xwe û rayeya ku dîsa xelkê me daye me birêvebibin. Li gor me her biryara ku bê dayîn li Tirkiyeyê wê bi kêrî siyaseta ku ji çek û şîdetê hatiye rizgarkirin bê."
Arîkarê Serokwezîr û Berdevkê Hikûmetê Bulent Arinç got: "Li Meclisê, ew sê partiyên siyasî yên ku meriv dibê qey qet li hev nakin çi ecêbe ku nahêlin li ser Pakêta Ewlehiyê ya Navxweyî hevdîtin bên kirin." Arinç destnîşan kir ku ev koalîsyoneke çi ecêb e.
Arinç ji bo Pakêta ewlehiyê ya Navxweyî got: "Her kes dizane ku di nav Pakêta Ewlehiyê ya Navxweyî de çi heye. Hevdîtinên vê mijarê yên di komîsyonê de jî tenê sê roj berdewam kirin. Niha li TBMMyê çi ecêb e ku koalîsyona sê partiyan, sê partiyên em difikiriyan ku qet li hev nakin, nikarin bi hev re biryarên siyasî bidin, li parlementoyê hatin bal hev û tu tevger, çalaki, qêrkirin, rûpoşkirin, destlêxistina maseyan, hev dehfdanên ku tu eleqeya wan bi Tuzuka Navxweyî re tune derketin... Bi van hemû tiştan hewl didin ku nehêlin li ser Pakêta Ewlehiya Navxweyî û mijarên pê re tekildar hevdîtin bên kirin."
Ji axaftina Arinç mijarên ku derketin pêş ev in:
-"Hema bêje li her bajarê welatê me hin rêxistinên sûcê yên ku sûckirinê ji xwe re kirine pîşe, ji bo îdeolojiya xwe ji xeynî tevgereke wiha hêviya tu tiştê nakin, hene. Heke hûn li navê wan binêrin, hemû tîpên alfabeyê tê de hene. Em dikarin li hember xwepêşanderên berê xwe dane ku mirovên li kolanan qetl bikin, li nav kolanan xendeqan dikolin, bi çekên lûledirêj ên di destê xwe de malan gulebaran bikin û ewlehiya canê mirovan bixin xetereyê her tiştê bibêjin lê HDP çiqas dikare bibêje em vê yekê dihêlin hêviya teqdîra raya giştî. Ev hêmanên ku carna di nav wan de têkiliyên organîk hene carna jî ev têkiliya organîk tunebe jî hev teşwîq dikin û piştgiriyê didin hev, ji bilî ku li hember bergiriyên ku em tînin bisekinin, tu tişteke din ê ku ew bikaribin bikin, tune. Ez di wateya neyînî de dibêjim hûn dikarin di vê mijarê de HDPyê fehm bikin."
-"MHP çawa dibe, birêz Bahçelî li hember ji bo ku ev qanûn dernekeve partiya wî tiştên wek kirinên HDPyê bike, çawa piştgiriyê didê û musade dike ku Parlemento bikeve hev? Birêz Bahçelî bangî mengîweran jî dike ku danekevin kolanan ku mirov li hember hev xwepêşandanan nekin û zirar nayê mal û canê tu kesî. Ew mirovekî ku em ev çendî sal in nas dikin û li hember wî rêz digirin e, ew mirovekî wisa ye ku di mijara aramî û asayîşa Tirkiyeyê de ji me hemûyan hesastir e, çawa dikare bi HDP an jî CHPyê re hevkariyê bike, mirov nikare vê yekê fehm bike. Partiyeke muxalefeta sereke çawa dikare piştgiriyê bide xwepêşandanên li kolanan."