ÎSTANBÛL
66 kesên di çarçoveya operasyonên li Stenbolê de hatin binçavkirin li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Hasekiyê piştî kontrola tenduristiyê sewqî edliyeyê kirin.
Tîmên Midûriyeta Şaxa Têkoşîna Sûcên Organîze û Têkoşîna Sûcên Malî roja ewil operasyon kiribûn û hin kesên şikbar binçav kiribûn. 27 kesên ku di nav de Serokê Şaredariya Fatihê Mustafa Demir û kurê Wezîrê Karên Navxweyî Mûammer Guler jî heye, li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Hasekiyê di kontrola tenduristiyê de derbas bûn.
Piştî kontrolê 27 kesên binçavkirî anîn Edliyeya Stenbolê ya Çaglayanê.
Piştî 27 kesan 39 kesên din ê ku di nav wan de karsaz Alî Agaoglû jî heye li ewlehiyê mûameleyên wan temam bûn û anîn Edliyeya Stenbolê ya Çaglayanê. Bi vî awayî jimara kesên sewqî edliyeyê kirin derket 66an.