ANKARA
Wezîra Malbatê û Polîtîkayên Civakî Şahîn, da zanîn ku 8 çawîşên pispor ku di heqê wan de bi îdiaya ku li Bîngolê "destdirêjiya li EA'ya 16 salî û sûcê geflêxwarinê" lêpirsîn hatibû destpêkirin ji Hêzên Çekdar ên Tirkiyê (HÇT) hatin avêtin.
Şahînê, ev agahî li ser hesabê xwe yê Twîtterê da.
Şahînê, bi bîr xist ku Wezareta Malbatê û Polîtîkayên Civakî beşdarî doza "destdirêjiya li EAya 16 salî" bûye û dozê dişopîne. Şahînê, wiha dewam kir: "Darizandin didome. Dewleta me helwesta xwe ya birijd didomîne. Niha Serdariya Giştî ya Cendermeyan, ev 8 kes ji kar avêtine."
Di vê navberê de hat zanîn ku piştî ku îdianame gihîşt destê HÇTê, peymanameya kar a van 8 kesan hatiye betalkirin.
Li Bîngolê li ser îfadeya EAyê lêpirsîn hatibû lidarxistin û biryar hatibû dayîn ku 8 bersûc bê derdestkirin bêne darizandin. Li ser vê biryarê Wezareta Malbatê û Polîtîkayên Civakî beşdarî dozê bûbû û îtiraza vê biryarê kiribû. Piştî vê îtirazê dadgehê biryar dabû ku ji bersûcan M.T. were derdestkirin.