ANKARA (AA) - Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) ji bo çareserkirina qeyrana neftê biryar da ku ji nefta ku rojane îxrac dike 100 hezar warîlî ji 1ê nîsanê şûnve bide hikûmeta Bexdayê. HKIê şertek ji bo geşedanan nebirî. Neft dê niha li ser SOMOyê re bê îxrackirin û dahata wê jî dê di Fona Pêşvebirina Iraqê ya li New Yorkê bê komkirin û pişt re radestî Bexdayê bê kirin. Ji bo aştiyeke mayin de jî dê muzakere dewam bikin.
Der barê sedemên girtina biryarê û encamên dê derkevin holê de pisporên kurd, tirk û amerîkî daxuyanî dan nûçegihana AAyê û gotin ku dibe ku piştî hilbijartinên li her du welatan dê bên kirin, HKIê bixwaze ku firotina neftê bike û dahata wê jî razîne bankeya tirkan.
Pisporê Navenda Lêkolînên Stratejîk a Bîlge Adamlarê (BİLGESAM) yê Iraqê Alî Semîn got: "Armanca Amerîkayê ev e ku pereyên dê ji firotina neftê bê qezenckirin li bankeyên tirkan na li yên amerîkayî bên razandin." Semîn bal kişand li ser dîroka dayina biryarê û destnîşan kir ku biryar piştî axaftina Bîden û Serokê HKIê Mesûd Barzanî ya li ser têlefonê ya di 20 adarê de hat kirin, girtin.
Semîn da zanîn ku Hewlêr-Bexda-Iraq bi girtina vê biryarê kêfxweş in û wiha dewam kir:
"Ji bo Tirkiyeyê destkeftiyeke gelekî mezin e. Berê jî xwastibûn ku di nîqaşên li ser neftê de Tirkiyeyê wek alîgir nîşan bidin. Divê ez bidim zanîn da ku ji bilî Tirkiyeyê welat nînin ku Hikûmeta HKIê nêzîk bibe. Herwiha di demên borî de serlêdanên Barzanî yên Tirkiyeyê jî zêde bûn."
- "Piştî hilbijartinan dibe ku rewş biguhere"
Pisporê vejenê yê hewlêrî Şivan Zulal got ku biryar dibe ku biguhere û wiha dewam kir:
"Berê jî bi Bexdayê re wiha li hev kiribûn, lê tu encam bidest nexistibûn. Dibe ku dîsa heman tişt pêk bê, Zulal diyar kir ku bandoreke neyînî ya biryarê dê li ser Tirkiyeyê pêk neyê, Tirkiye dê wek welatê transît qezenc bike. Heke Hikûmeta AK Partiyê piştî hilbijartinên 30yê adarê biryardar be, dibe ku qezenca neftê li bankeya tirkan bê razandin."