Sevim Hatun
12 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 12 Cotmeh 2015
ANKARA
Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî teleba hevdîtinê a Serokê Giştî yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu red kir.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên MHPyê hatin hildan, MHPyê bi hinceta "niha ji bo hevdîtinê zeman guncan nîne" teleba CHPyê red kir.
Serokê Giştî yê CHPyê Kiliçdaroglu ji bo derheqê êrîşên terorî de, bi Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî û Hevserokê Giştî yê HDPyê Selahattîn Demirtaş re hevdîtin bike, ji her du aliyan randevû taleb kiribû.