Fatma Sevinç Çetin,Sefa Şahin
31 Gulan 2023•Rojanekirin: 01 Hezîran 2023
Berdevkê Partiyê û Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê Omer Çelîk daxuyand ku Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Mehmet Şîmşek hevdîtinê dikin.
Çelîk duh li Navenda Giştî ya Partiyê civîneke çapemeniyê li dar xist.
Der barê mijara kabîne wê kingê bê eşkerekirin da Çelîk wiha got: "Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (LHB) encamên teqez ên hilbijartinê eşkere kir. Lê encamên teqez ên Hilbijartina Serokomariyê eşkere nekiriye. Divê em benda eşkerekirina LHByê bin. Piştî ku LHB eşkere bike merasima sondxwarinê û pêvajoya kabîneyê wê dest pê bike. Wisa xuya dike ku şeva sondxwarinê kabîne jî wê bê eşkerekirin. Gelek serokdewlet dixwazin bên, lê niha lîsteyeke eşkere tune, pêvajo dewam dike. Bi beşdariyeke mezin merasim wê çêbibe."
Li ser pirsa "tê îdiakirin Wezîrê Darayiyê yê Berê Mehmet Şîmşek jî wê di kabîneyê da cih bigire" Çelîk got Serokomar Erdogan û Mehmet Şîmşek li pêş çapemeniyê û ji çapemeniyê ra girtî hevdîtinê dikin.
Çelîk anî ziman Şîmşek dixwaze feydeya wî bigihêje, lê ewê di kabîneyê da cih bigire an na ev li gor daxwaze Erdogan e.
Ji bo naveroka hevdîtina Erdogan û Şîmşek jî Çelîk wiha got: "Hevalên me dema bi Birêz Serokomarê me ra hevdîtinê dikin ji bo ku feydeya wan bigihêje hemû pêvajoyan, bigihêje pêvajoyên siyasî, aborî, polîtîkaya derva hevdîtinê dikin. Mehmet Beg hevalê me ye, dostê me ye, têkiliyên me baş in."