Türkan Tosun
10 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 10 Berfanbar 2017
ANKARA
Alîkarê Serokwezîr û Berdevkê Hikûmetê Bekir Bozdag der barê biryara Amerîkayê ya ku Qudisê wek paytextê Îsraîlê îlan dîke de got: "Di mijara Filistîn-Qudisê da Tirkiyeyê heta îro pir eşkere polîtîkayên xwe meşandiye. Ji vir pê va jî Tirkiye bêyî ku xîloxaro tevbigere wê bi eşkere û vekirî polîtîkayên xwe bimeşîne û vê biparêze. Di vê mijarê de tenê bimîne jî qinyat û fikra Tirkiyeyê wê neguhere."
Bozdag di bernameya Kanal 7yê ya bi navê "Başkent Kulîsî" de der barê rojevê de axivî.
Bozdag der barê biryara Amerîkayê ya ku Qudisê wek paytextê Îsraîlê îlan dîke de got ev bûreke ji rêzê nîne, meseleyeke mezin e; lewra Quds ji bo misilmanan, cihûyan û xrîstyanan pir girîng e.
Berdevkê Hikûmetê Bozdag got axên Filistînî bi zorê hatine dagirkirin û Serokomar Recep Tayyîp Erdogan jî ji ber vê dibêje dewleta dagirker.
- "Ev biryara ku Trump daye biryara qeyranê ye"
Bozdag got Serokê Amerîkayê Donald Trump bi vê biryarê va pêvajoya çareseriyê ya ku kêm an zêde hebû ji holê rakiriye û wiha axivî: "Ev biryara ku Trump daye biryara qeyranê ye, kaosê ye, biryara destpêkirina pevçûnan e, herêmê avêtina nav agir e."
Berdevkê Hikûmetê Bozdag ji bo bertekên li hember biryara Amerîkayê tên nîşandan û lidarxistina civîna Teşkîlata Tevkariya Îslamê ya ku wê di 13ê çileya pêşîn de bê lidarxisti de jî wiha got: "Beriya şermezarkirinê divê sekin û helwestek çêbibe. Divê ew jî bi vîneke berbiçav bê tescîlkirin. Emê bi hev ra vê tevgerê di danezana ku wê roja çarşemê bê eşkerekirin de bibînin. Emê bibînin ka misilman xwedî li heysîyer, şeref, û îtîbara xwe derdikevin an na."
Li hember rêxistinên terorê yên ku îslamê îstismar dikin de jî Bozdag got divê misilman hişyar bin û li hember van sekneke hevpar tevbigerin.