Önder Beyter
10 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 11 Berfanbar 2017
SİVAS
Serokomar Erdogan: "Ji 1947an pê va jixwe Filistîn timî tûşî îşxalê hatiye. Îsraîl dewleteke dagirker e, Îsraîl dewleteke terorê ye. Ey Trump ev xeletiya ku te kir, em nakin."
Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Erdogan: "(Biryara Amerîkayê ya ku Qudis wek paytextê Îsraîlê nas kir) Her çend hesasiyeta alema Îslamê ya ji bo Qudisê were zanîn jî ev biryar li herêmê aştî, hizûr û ewlehiya ku jixwe timî pê dileyîzin, wê têk bibe."
Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Erdogan der barê biryara Amerîkayê ya ku Qudisê wek paytextê Îsraîlê îlan dîke de got: "Li gor belgeya Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî ya hejmara wê 478e û di sala 1980yan de Amerîkayê jî îmze kiriye, Qudisê wek paytextê Îsraîlê îlankirin betal e. Trump tu çawa dikarî bi tena serê xwe vê biryara ku hejmara wê 478e û di sala 1980an de hatiye dayîn tune hesab bikî? Ma rayeyeke te ya wiha heye?"
Erdogan: "Mixabin di vê têkoşînê de yên ku navê wan misilman e û safên wan pir eşkereye, lê hê jî li cem zaliman tevdigerin me xemgîn dikin. Lê mînaka xirab tu carê nikare bibe mînak. Emê li dû rastiyê, başiyê û rizaya heq bin. Emê vê têkoşînê heta ku bigîhîje serkeftinê bidomînin."