Ekip
10 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 10 Berfanbar 2017
SIVAS
Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Erdogan: "Mixabin li welatên ku qaşo çavkaniya demokrasiyê pêşketî ye, maf û azadiyên ku herî sereke ne, bê minet tên qetilkirin. Ji me dixwazin ku em li ber van kirinan bê deng bimînin, li quncikê xwe rûnên, stûyê xwe li ber bêedaletiyê berjêr bikin. Li bendê ne ku em ji pergala zilmê ya ku li ser xwîna zarokan înşa kirine, razî bibin. Ji me dixwazin ku em nirxên xwe binpê bikin û rêya teslîmbûnê bineqînin. Birayên min, misilman, heke ku misilmanê tirk be jî mirovê wêrek e, bira ev wiha were zanîn."
Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan di Kongreya Asayî ya 6emîn a Sîvasê de axivî wiha got:
"Dema ku bang tê kirin 'Kî heye' em mirovên wisa ne ku li çep û rastê xwe nanihêrin, ferd û ferd dibêjin 'Ez heme'. Ji bo me zalim kî ye, mazlum kî ye girîngiya wê tune. Em nasname, ziman, dîn û hêza muxatabên li hemberî me nanihêrin, ew mafdar e an ne mafdar e em vê dinêrin. Zalim birayê me be jî em li hember disekinin."
-Jixwe ji bo me hukmê daxuyaniya Trump tuneye
Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Erdogan der barê biryara Amerîkayê ya naskirina Qudsê wekî paytexta Îsraîlê de got:
"Jixwe ji bo me hukmê daxuyaniya Trump tuneye. Tu qîmeteke vê tuneye. Ji bo me tu qîmet û girîngiyeke wê tuneye ku hûn wir wekî paytext ragihînin û avahiya balyozxaneya xwe bo wir veguhezînin. Hukmê wê tuneye.
Înşelah emê li Stenbola me rayedar û serokên hikûmet û dewletên îslamê di zîrveyeke awarte da bînin bal hev. Bi nexşerêya ku emê li vir diyar bikin va emê bidin nîşan ku bicihanîna wê biryarê ewqas jî ne hêsan e."
Erdogan wiha pê ve çû: "Qudis nûra çavê me ye, em ê Qudsê ji însafa welatekî ku kujerê zarokan e ra nehêlin. Em ê Qudisê ji wijdana dewletek ku ji bilî dagirkerî û talanê zêdetir qîmeta wê tuneye ra jî nehêlin. Em ê di çarçoveya hiqûq û demokrasiyê da bi biryardarî têkoşîna xwe bidomînin."