23 Îlon 2015•Rojanekirin: 23 Îlon 2015
ANKARA
Bernameya eydê ya lîderan aşkere bû.
Li gor agahiya ku nûçegihanê AAyê hilda wisa tê texmînkirin ku Serokomar Recep Tayyîp Erdogan sernaserê Eyda Qûrbanê wê li Stenbolê be.
Serokwezîr Ahmet Davutoglu jî ji bo ku beşdarî Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî bibe wê roja ewil a eydiyê biçe New Yorkê.
Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu jî di eydiyê de wê li hin welatên Ewropayê be. Kiliçdaroglu ji bo gera xwe ya Ewropayê îro çû Bern a paytextê Swîsreyê û wê 4 rojan li Ewropayê bimîne û di çarçoveya bernameya xwe de jî bi nûneriyên CHPê yên li Fransa, Belçîka, Hollanda, Almanya û Awistiryayê ne re bê bal hev.
Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî di eydê de wê li Enqereyê be û roja dudoyê eydiyê jî wê beşdarî merasima eyda hev pîrozkirinê ya ku li navenda giştî ya partiyê ye bibe.
Di eydiyê de Hevserokên Giştî yên HDPê Selahattîn Demirtaş wê li derveyê welêt be û Fîgen Yuksekdag jî wê li Stenbolê be.
Serokê Giştî yê Partiya Saadetê Mustafa Kamalak jî wê li Erziromê be.