23 Îlon 2015•Rojanekirin: 23 Îlon 2015
ANKARA
Serokomar Erdogan: "Armanca rêxistina terorê ya cihêxwaz û alîgirên wê ew e birayên ku qible, serborî û pêşeroja wan yek e, berî hev bidin. Divê em ji bîr nekin, vê axa ku dixwazin fitneyê lê derxin, li dinyayê sitargeha mezlûman a dawîn e. Vî welatê ku dixwazin perçe bikin, welatê me hemûyan e. Hemû welatiyên me wek hev in û xwediyê eynî maf û azadiyan in."
Serokomar Erdogan got, "Em jî bi herêma xwe ra ji îmtihaneke giran derbas dibin. Rêxistina terorê ya ku di destê kesên ku dixwazin biratiya me ya bi fedakarî, derd, êş û janê va hatiye avakrin ji holê rakin da bûye pêlîstok. Kesên ku dixwazin bira bi bira bidin kuştin, fitne û fesadiyê têxin nav gel, her roj bi lîstikeke teze û senaryoyeke nû va derdikevin pêşiya me."