Nûnera Bilind ya Polîtîkaya Ewlehî û Têkiliyên Derve ya Yekîtiya Ewropayê (YE) Catherîne Ashton ragihand ku di lihevrûniştinên navbera Îran û 5 endamên daîmî yê Konseya Ewlehiyê ya NYyê û Almanyayê (5+1) de peyman hat çêkirin. Lihevrûniştin der barê bernameya nûkleer a Îranê de bû.
Berdevkê Ashtonê Mîchael Mann li ser Twîterê wiha daxuyand: "Di navbera Îran û welatên 5+1ê de peyman çêbû."
Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Laurent Fabîus û Wezîrê Karên Derve yê Almanyayê Guîdo Westerwelle piştî ku ji Otêla Cenevre Intercontinentalê derketin, pirsa nûçegihana ya "Lihevkirin çêbû?" bersivandin gotin "Erê".
Lihevkirin piştî pênc rojan û di tûra sêyemîn de çêbû. Wezîrê Karên Derve yê ABDê John Kerry, Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Laurent Fabîus, Wezîrê Karên Derve yê Îngiltereyê Wîlliîm Hague, Wezîrê Karên Derve yê Almanyayê Guîdo Westerwelle, Wezîrê Karên Derve yê Çînê Vang Yî, Nûnera Bilind ya Polîtîkaya Ewlehî û Têkiliyên Derve ya Yekîtiya Ewropayê (YE) Catherîne Ashton û Wezîrê Karên Derve yê Îranê Muhemed Cewad Zarîf beşdarî lihevrûniştinan bûn.