Wezîrê Karên Derve Ahmed Davutoglu ji hêla Emîrê Qatarê Temîm bîn Hamad El Sanî ve hat qebûlkirin.
Hevdîtina Davutoglu û Emîr Temîr li paytexta Dohayê li qesra Qesr el Bahrê çêbû. Rojnamevanan hin wêne kişandin û pişt re hevdîtinê bêyî çapemeniyê dewam kir.
Li gor agahiyên dîplomatîk cara ewil e ku Davutoglu li Dohayê El Sanî ziyaret kir. Davutoglu silavên Serkomar Abdullah Gul û Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan ji Emîrê Qatarê re got.
Di hevdîtinê de behsa tekiliyên Qatar û Tirkiyeyê hat kirin û Davutoglu daxwaza pêşketina têkiliyên her du welatan kir.
Emîrê Qatarê jî ji ber ziyareta Davutoglu kêfxweşiya xwe anî ziman û behsa girîngiya tekiliyên dualî kir.
Hat diyarkirin ku Emîr Temîm di hevdîtinê de ji Davutoglu re heyraniya xwe ya Stenbolê anî ziman û got ku ew her tim tê Stenbolê. Davutoglu jî ew ji bo çalakiya 'Şebî Aruz'ê ya ku di meha çileya pêşîn de vexwende Konyayê.