12 Nîsan 2017•Rojanekirin: 12 Nîsan 2017
WASHINGTON
Balyozê Emrîkayê yê dawîn li Şamê Robert Ford, der barê operasyonên Sûriyê got: "Erişa birin ser balafirgeha Şeyratê ji bo rêlibergirtina bikaranîna çekên kîmyayî gelekî giring e lê ne bes e. Esed bi îhtimaleke mezin dibe ku çekên kîmyayî dîsa bi kar bîne."
Ford di qanala CBSyê de axivî û êrişa esmanî ya Emrîkayê ku bir ser balafirgeha Şayratê, nirxand. Ford êrişa li ser rejima Esed "bi başî" nirxand û got: " Ev êriş ji bo Esed nikaribe çekên kîmyayî bi kar bîne gaveke baş bû, lê ne bes e. Esed bi îhtimaleke mezin dibe ku çekên kîmyayî dîsa bi kar bîne. Ji bo ku Esed dîsa çekên kîmyayî bikar neîne, divê Rûsya bê îqnakirin lê ev pir zor xuya dike."
-"Kapasîteye Îranê heye ku bersivê bide me"
Ford got heta ku Îran û Rûsya piştgiriyê bidin rêveberiya Esed ne mimkun e ku Emrîka li Sûriyeyê guherîna rejimê bixwaze.
Fort ragihand ku ji bo li Sûriyeyê hîkûmeteke nû ava bibe divê hemû alî li hev bikin. Ford li ser pirsa gefa Îranê ku dibêje heke Emrîka dîsa êrişî Esed bike dê bersivê bidin, got "Kapasîteya Îranê heye ku bersivê bide me. Mesela niha dikarin êrişî leşkerên me yên li Iraqê bikin. Divê di qada dîplomatîk de baldar bin. Divê rê li ber êrişa kîmyayî ya Esed û êrişa Îranê ya li Iraqê bê girtin."