Alîkarê Serokowezîr Nûman Kurtulmuş got: "Hemû alî ji bo ji vê aloziya sûriyeyê sûdê werbigrin hewl didin. Heta wiha tevdigerin bila welatên rojava, rojhilat hemû bên li ser mijarê rawestin gelo 'em pirsgirêka Sûriyeyê çawa çareser bikin, gelo em çi bikin dê cardin pirsgirêkek wekî ya Kobanêyê dernekeve holê û em cardin bi xetereyeke wekî DÎŞIyê re rûbirû nemînin' û bila ji bo van pirsgirêkan li çareseriyan bigerin."
Kurtulmuş beşdarî "6emîn Forma Serokên Rûspiyan a Welatên Misilman" a ku li Otêla Beylîkduzu Kaya Ramadayê hat lidarxistin bû û li vir pirsên rojnamegeran bersivand.
Kurtulmuş li ser pirsa rojnamegerekî ya "Tê gotin ku dê îşev pêşmerge derbasî Kobanêyê bibin, gelo wê çawa derbas bibin?" wiha got:
"Em nikarin hûrgiliyên mijarê vebêjin. Em hemû jî zanin ku mijara Kobanêyê ji bo me çiqas girîng e. Bandora şerê ev demek e ku li Kobanê berdewam dike li ser Tirkiyeyê jî heye û me hemûyan eleqedar dike. Bandora şer ne tenê li ser Tirkiyeyê li ser sîstema navneteweyî jî heye. Em wek Tirkiyeyê têkiliyên xwe yên dostane yên bi Bakurê Iraqê re dixwazin biparêzin û xurttir bikin. Ji bo vê yekê em dixwazin hêzên rêvebiriya herêmê li qada şer mewziyên xwe bigrin."
Kurtulmuş wiha berdewam kir:
"Heke li herêmê bûyerek pêk bê an tiştekî din bibe; daxwaza me ew e ku hêzên rêvebiriya Bakurê Iraqê li vir bi cih bibin. Heke li wir saziyeke legal hebe di şûna hêzên din de em dixwazin ev di destê hêzên Bakurê Iraqê de be. Lê gelo ev dê çawa pêk bê, bi çi awayî pêk bê ev hemû hûrgilî ne. Nabe ku mirov van mijaran bi raya giştî re parve bike. Ya girîng ew e ku rewşa Kobanêyê di demeke kurt de baş bibe û şerê herêmê bê rawestandin. Em hêvî dikin ku di demeke kurt de şer bi dawî bibe."
- Alîkariya însanî ya ji bo Kobanêyê
Kurtulmuş li ser pirsa "Tê gotin ku Tirkiye alîkariyê nade Kobanê, gelo alîkariyê dide Kobanê, heke ku dide alîkariyeke çawa dide?" wiha bersiv da rojnamegeran:
"Yên ku wiha dibêjin, yên ku wiha diaxivin fermo bila bên pêşberî me biaxivin. Di 19ê meha îlonê de Tirkiyeyê di saet 12.50an deriyên xwe ji penaberên kobanî re vekir û di 18 saetan de 70 hezar kobaniyî derbasî Tirkiyeyê bûn. Di nav 3 rojan de Tirkiyeyê 200 hezar kobaniyî hewand. Ez di 20ê îlonê de serê sibê li herêmê bûm. Ji bo penaberan kon hatibûn vegirtin û hin dibistan jî ji bo bi cih bûna wan hatibûn amadekirin. Mirov ji axaftinên hin aliyên ku derketine diaxivin, dibêjin ku Tirkiye alîkariyê neda û ew bi xwe jî tu tiştekî nakin fêm nake. Ev bêînsafî ye."