BİTLİS
Wezîrê Pêşketinê Cevdet Yilmaz got: "Bûyerên 'gezi'yê xistin hincet, welat tevlihev kirin. Di 17ê çileya pêşîn de jî xebitîn ku îstiqrara welêt xerab bikin. Êrîşî Serokwezîr û AK Partiyê dikin. Lê belê tiştê rast ew e ku êrîşî Tirkiyeyê dikin."
Wezîr Yilmaz li Tetwanê ofêsa hilbijartinê ya partiya xwe ziyaret kir û li wir diyar kir ku heta niha ji bo Bedlîs û navçeyên Bedlîsê gelek xizmet kirine û ji vir şûn de jî dê xizmetên xwe bidomînin.
Yilmaz di axaftina xwe de got ku, "Bûyerên 'gezi'yê xistin hincet, welat tevlihev kirin. Di 17ê çileya pêşîn de jî xebitîn ku îstiqrara welêt xerab bikin. Êrîşî Serokwezîr û AK Partiyê dikin. Lê belê tiştê rast ew e ku êrîşî Tirkiyeyê dikin" û wiha pê de çû:
"Hûn nîqaşên me yên di van rojên dawiyê de dibînin. Meha gulan a sala par di dîroka Komarê de gulana herî girîng bû. Di wê mehê de deynê me yê ji IMFyê re bi tevahî qediya û êdî tu deynê me ji wan re nema. Dîsa di wê mehê de îhaleya gelek projeyên mezin hatin kirin û der heqê wan de gavên girîng hatin avêtin. Faîz gelekî daketin. Lê belê piştî van tiştan me hey dît ku li der û doran hin bûyer derketin. Gotin bûyerên 'gezi'ye welat tevlihev kirin. Di 17ê çileya pêşîn de jî xebitîn ku îstiqrara welêt xerab bikin. Êrîşî Serokwezîr û AK Partiyê dikin. Lê belê tiştê rast ew e ku êrîşî Tirkiyeyê dikin."
Wezîr Yilmaz diyar kir ku Serokwezîr di van 10-12 salan de ji bo çareserkirinên di mijarên îmam xetibê de, di dibistanan de xwendina dersa Qur'anê, ji bo bi zimanê dayikê perwedehî bê kirin gelek gavên girîng avêt û xeberdana xwe wiha domand:
"Bila misliman bi mislimaniya xwe, xiristiyan bi xiristiyaniya xwe, elewî bi elewîtiya xwe, sunî bi sunîtiya xwe bijîn. Bila dewlet tevî wan nebe. Me rewşeke wisa ava kir ku her kes li gor baweriya xwe bijî. Me ev tiştan gav bi gav pêş ve birin û em ê hê jî peş ve bibin."
Wezîr Yilmaz destnîşan kir ku xebatên pêvajoya çareseriyê bi biryardarî didomin û bi hizûr û aştiyê ve gelek kesan li herêmê sazî vekirin.