BATMAN
Serokê Giştî yê BDPê Selahattîn Demirtaş got: "Dibe ku sozên cûr bi cûr yên hemû partiyên ku dikevin hilbijartinê hebin. Daxwaza sereke ya BDPê tenê azadî ye."
Demirtaş li Batmanê beşdarî çalakiya newrozê ya ku li qada Newrozê hat lidarxistin bû newroza hemû batmaniyan pîroz kir û wiha axivî:
"Bi helwest û nêrîna siyasî ya hilbijartina 30ê adarê li perçeyê Kurdistanê azadî geş dibe û em jî di heyama azadîbûna Rojavayê de xwe li ber agirê newrozê germ dikin. Îsal agirê newrozê ji her sal cudatir dişixule. Ez bawer dikim ku agirê newroza 2014an dê êdî ji gelê kurd, gelê Rojhilata Navîn û ji gelê Tirkiyeyê re azadiyê bi xwe re bîne. Kombûna we ya li vir jî nîşaneya vê azadiyê ye."
Demirtaş diyar kir ku hilbijartinên 30ê adarê ji bo têkoşîna me ya azadiyê firsendeke mezin e û wiha pê de çû: "Dibe ku sozên cûr bi cûr yên hemû partiyên ku dikevin hilbijartinê hene. Daxwaza sereke ya BDPê tenê azadî ye. Erê dibe ku Serokwezîr û partiya wî rê çêbikin, gendeliyê jî bikin. Ew di van mijaran de jêhatî ne."