Wezîrê Parastina Neteweyî Îsmet Yilmaz diyar kir ku hetanî duh hejmara kesên ku ji leşkeriya biberdêl îstifade kirin derket 112 hezar û 966 kesan.
Yilmaz beşdarî Civîna Meclisa Şêwirmendiya Bajêr a AK Partiyê ya ku li Odeya Pîşe û Bazirganiyê ya Sêwezê hat lidarxistin bû û der heqê desthilatiya partiya xwe de qala xebatên ku kirine kir.
Leşkeriya biberdêl
Wezîrê Parastina Neteweyî Yilmaz der heqê hejmara dawîn a kesên ku ji bo leşkeriya biberdêl serî lêdane kir û wiha got: "Duh saet heta 17.30yî 112 hezar û 966 birayên me ji leşkeriya biberdêl îstifade kirin. Ji min re gelek spasî tên. Em him gelek pirsgirêkan hel dikin û him jî di qada aboriyê de piştgiriyê didin Hêzên xwe yên çekdar."