HASSELT
Serokomar Erdogan: "Me li Agriyê balafirgeh çêkir, li dijî vê derketin. Me li Igdirê çêkir, li dij derketin. Me li Qersê çêkir, li dij derketin. Me li Mûşê çêkir, li dij derketin. Lewra ev tenê birayên min ên kurd dixapînin."
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li Hasselt Ethias Arenayê beşdarî "Şolena Civantiyê" bû û li vir axivî. Erdogan Roja Dayîkan ya hemû dayîkan pîroz kir û dest bi axaftina xwe kir.
Erdogan bangî welatiyên tirk kir û got ku xwedî li ziman û baweriya xwe derkevin û wiha dewam kir:
"Ji bo ku me ji baweriya me dûr bixin, 150 salan hewl dan. Duh bi azana tirkî va, bi îbadeta tirkî va ev dikirin, îro komeke ku rêxistina terorê li piştê ye behsa azana bikurdî, îbadeta bikurdî dike. Wisa şaşo paşo bûne ku ji xwe ra Kabeyeke nû digerin. Vê partiyê di sala 2011an da çalakî organîze kir û di vê çalakiyê da bi kurdî azan hatibû xwendin. Serokê Kar û Barên Diyanetê li dijî vê yekê derketibû û gotibû 'Her kelîme û hevokeke Azana Muhammedî ji Şeaîrên Îslamê ne'. Paşê ev kirina xwe înkar kirin. Heta wek alternatîf nimêjên înê bixwe kirin. Vê jî têrê nekir. Vêgav ev rêxistin dibêje 'Em ê Serokatiya Kar û Barên Diyanetê rakin'. Weke ku hûn dizanin Serokatiya Kar û Barên Diyanetê bi kurdî meala Qurana Pîroz da amadekirin û ji hemû bajaran ra şand. Serokatiya Kar û Barên Diyanetê bi êrmenîkî jî meala Qurana Pîroz da amadekirin. Ev ji vê yekê aciz dibin. Li her derê heman tiştî dikin. Hûn ê bersiva van ne bi zimanê kesên serê çiyê va, hûn ê bersiva van di 7ê hezîranê da li ser sandoqê bidin."
-Eleqa van bi we ra tuneye
Serokomar Erdogan xeberdana xwe wiha dewam kir: "Me li Agriyê balafirgeh çêkir, li dijî vê derketin. Me li Îdirê çêkir, li dij derketin. Me li Qersê çêkir, li dij derketin. Me li Mûşê çêkir, li dij derketin. Yek qet şerm nakin û dibêjin 'Ji ber ku ji me ditirsin, çêkirin'. Me digel we çêkir, xelas kir, vekir. We muteahhît tehdît kirin, makîneyên kar şewitandin lê me digel vê çêkir. Lewra ev tenê birayên min ên kurd dixapînin. Çi dibêje 'Em nûnerên we ne'. Ev nûnertiyeke çawa ye? Lê mixabin hin birayên min ên kurd jî li pey van diçin. Eleqa van bi we ra tuneye."
-Diçin min şikayetî YSKyê dikin
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan wiha dewam kir : "Ez xeber didim, diçin min şikayetî YSKyê dikin. Dibêjin 'Rê li Serokomar bigirin bila dernekeve meydanan'. Carek, du car , sê car ser lê dan û di hemû caran da jî bi yek dengî hatin redkirin. Evana qanûna esasî jî nizanin. Vekin makezagonê bixwînin gelo serokomar li kê derê sûc dike. Ez heqê xwe yê li meydanan xeberdanê bi destê we ve bernadim. Ez ê nebim serokomarekî ji rêzê."