Alîkarê Serokwezîr Yalçin Akdogan got: "Kesê ku pir ji dayîka xwe hez dike, ji welatê xwe jî pir hez dike. Divê em her tim dayîkên xwe li ser serê xwe bigerînin. Pêvajoya çareseriyê ya ku me wek hikûmet da destpêkirin, bi duruşmeya 'bila dayîk negrîn' va dest pê kir. Bila êdî xwîn neherike, bila hêsir nebarin. Bila dayîkên me negrîn, em wisa difikirin ku dayîk layîqê her tiştên baş û xweşik in. Ji ber ku civan nemirin, tu dayîk xemgîn nebin, em ê wan pêvajoyan jî bi serkeftî temam bikin.
Akdogan beşdarî vekirina Navenda Çand û Malbatê ya Neşet Ertaş bû û li vir axivî. Akdogan Roja Dayîkan ya her kesî pîroz kir û got ku dayîktî tiştekî pîroz e.
Akdogan bi bîr xist ku dayîktî zor e û û wiha dewam kir: "Dayîka ku zaroka wê miribe, ew dayîktiyeke dijwartir e. Ez li vê derê hemû dayîkên şehîdan jî silav dikim. Xwedê ji wan razî be. Dibêjin ku welatê ewil ê mirov dayîka wî ye. Ji ber vê yekê kesê ku pir ji dayîka xwe hez dike, ji welatê xwe jî pir hez dike. Divê em her tim dayîkên xwe li ser serê xwe bigerînin. Pêvajoya çareseriyê ya ku me wek hikûmet da destpêkirin, bi duruşmeya 'bila dayîk negrîn' va dest pê kir. Bila êdî xwîn neherike, bila hêsir nebarin. Erê bila dayîkên me negrîn, em wisa difikirin ku dayîk layîqê her tiştên baş û xweşik in. Ji ber ku civan nemirin, tu dayîk xemgîn nebin, em ê wan pêvajoyan jî bi serkeftî temam bikin."