Serokê Şaxa Diyarbekirê ya Komeleya Piştgiriyê ya ji bo Mezlûm û Mafên Mirovan (Mazlûm-Der) Alî Îhsan Gultekîn bangî PKKê kir ku zarokên hê nebûne 16 salî bişînin cem malbatên wan.
Gultekîn li komeleyê civîn li dar xist û got ku du malbatan bi îdiaya ku zarokên wan tevlî PKKê bûne, serî li wan da.
Gultekîn got ku li ser vê wan hewcedarî hîs kir ku ew bang bikin û wiha pê da çû:
Malbateke ji Sîlwanê ji bo zarokê xwe yê 15 salî, malbateke li Enqereyê jî ji bo kurê xwe yê 13 salî serî li me da û gotin ku zarokên wan nameyek nivîsîne û tevlî PKKê bûne. PKKê di sala 2013an da Bangewaziya Cenevreyê îmze kir, di çarçoveya Taahhudnameya ku Zarok Wê ji Pevçûnên Çekdar Werin parastin da, em dixwazin zarokên ku emrê wan hê nebûye 16 salî, ji malbatên wan ra werin şandin."