Alîkarê Serokê DYAyê Jeo Bîden ji ber axaftina xwe ya li Zanîngeha Harvardê ji Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, lêborîna xwe xwest.
Hat ragihandin ku Alîkarê Serokê DYAyê Bîden, bi têlefonê li Serokomar Erdogan geriya û ji bo gotinên xwe yên li ser Tirkiyeyê, ji Erdogan lêborîna xwe xwest.
Li ser pirsa nûçegihanê AAyê Qesra Spî daxuyanî da û di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Bîden ji bo ravekirina gotinên ku di axaftina xwe ya li Zanîngeha Harvardê serf kiribû li Serokomar Erdogan geriya û lêborîn xwest.
Jeo Bîden li Zanîngeha Harvardê gotubû ku Tirkiye piştgiriyê dide DÎŞIyê.