Civîna NATOyê ya ku serokên dewletan û hikûmetan beşdar dibin, îro li Qraltiya Yekgirtî dest pê dike.
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan dê beşdarî merasima pêşwaziyê ya ku Sekreterê Giştî yê NATOyê û Serokwezîrê Îngilistanê dikin bibe û bi serokên din re dê wêneyan bide kişandin.
Erdogan dê beşdarî civîna ku mijara wê Efganistan e bibe û Jens Stoltenbergê ku dê bibe Sekreterê Giştî yê NATOyê re dê hevdîtinekê bike.
Serokomar Erdogan dê beşdarî civîna Komîsyona NATO û Ukraynayê, resepsiyona Prensê Gallerê û xwarina Konseya Atlantîka Bakur bibe.
Erdogan dê bi Serokomarê Gurcistanê Gîorgî Margvelashvîlî, Serokê Dewleta Ukraynayê Petro Poroşenko, Serokomarê Bulgaristanê Rosen Plevnelîev, Serokomarê Fransayê Françoîs Hollande û Prensê Gallerê Charles re hevdîtinên cuda bike.
- Hevdîtina Obama û Erdogan
Serokomar Erdogan di 5ê îlonê, roja înê di saet 15.15an de dê bi Barack Obama re hevdîtinekê bike.
Erdogan dê cara ewil wek "Serokomar" beşdarî civîneke navneteweyî bibe.