Türkan Tosun
11 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 11 Tîrmeh 2018
BRUKSEL
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan beşdarî merasima Civîna NATOyê ya ku bi mazuwaniya Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg va tê kirin, bû.
Civîna NATOyê bi beşdariya serokên 29 welatan li Bruksela paytextê Belçîkayê dest pê kir.
Li devê Baregeha NATOyê li qada Agorayê bi mazuwaniya Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg ji bo serokan merasimeke fermî ya pêşwaziyê hat kirin.
Stoltenberg Erdogan jî di nav da destê hemû serokên welatên endamên NATOyê ne girt û xêrxatin da wan.
- Erdogan û Trump demekê sohbet kirin
Serokên 29 welatan bi serokatiya Stoltenberg pêşangeha behsa dîrok û xebatên NATOyê dike geriyan û ji Stoltenberg agahî hildan.
Di vê navberê da Erdogan Serokwezîrê Yewnanîstanê Aleksîs Çîpras û Serokwezîrê Macaristanê Vîktor Orban re demekê sohbet kir.
Erdogan paşê bi Serokê Amerîkayê Donald Trump ra sohbeteke dirêj kir.
Serokên dewletan paşê wêne dan kişandin, Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg li vir axivî.
Stoltenberg behsa NATOyê kir û wiha got: "Me bi hev ra heyameke aştî û ewlehiyê ya ku heta niha nehatiye dîtin pêk anî. Serkeftina me ji ber yekîtiya me, li hember guherînên dinyayê bi aheng tevgerîna me û wezîfedariya hêzên me yên çekdar e."