27 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 27 Berfanbar 2017
ANKARA
Serokwezîr Bînalî Yildirim der barê nîqaşên li ser madeya 121emîn a BHQa ku jimara wê 696 e da wiha got: "Ji bo têkbirina derbeyê şeva 15ê Tîrmehê bi milyonan însan daketin kolanan. Deynê stûyê me ye ku em van mirovan biparêzin. Bereksê vê yekê jî tê wateya erêkirina derbeyan. Tê wateya şikandina cesaret û sekna çik a welatiyan a li hemberî derbeyan. Divê em li ser bingeheke rast û dirust li ser meseleyê rawestin. Ev verastkirin ji bo wan welatiyên me yên ku ji bo têkbirina hewldana derbeyê û bûyerên dû wê daketin kolanan, hatiye kirin. Mesele evqas zelal û eşkere ye. Bira tu kes di binê wê da li tiştekî din negere."
Serokwezîr Yildirim beriya ku ber bi Riyada paytextê Erebistana Siûdiyê bi rê bikeve li Balafirxaneya Esenbogayê civîna çapemeniyê li dar xist.
Serokwezîr Yildirim herwiha destnîşan kir ku di çarçoveya seredana xwe ya Riyadê da ewê ligel Mîrzayê Xelef ê Erebistana Siûdiyê Mûhemmed Bin Selman hevdîtinan pêk bîne û dîsa ligel Melik Selman Bin Ebdulezîz jî rûnê. Yildirim bal kişand ku di navbera Tirkiye û Erebistana Siûdiyê da rabitayên xurt ên dîrokî û dînî hene û herwiha got ku ji ber vê yekê peywendiyên ligel Siûdiyê pir girîng in.
- Partiya mixalefeta sereke li hemberî derbeyê ye an na?
Li ser bibîrxistina nîqaşên der heqê madeya 121emîn a BHQya ku jimara wê 696 e da, Yildirim wiha axivî:
"Ev axaftin hemû vala ne, ez vê yekê eşkere bibêjim. Sedemê wê jî ev e, li welatê me derbeya 15ê Tîrmehê çêbûye, di 16ê Tîrmehê da jî hewldana derbeyê û bûyerên terorî yên dû wê hatine şikandin û îradeya gel cardin bûye desthelat. Ez dixwazim vê yekê pirs bikim, yên ku van ramanên xwe tînin ziman bi taybetî jî partiya mixalefeta sereke gelo dijî derbeyê ye yan na? Di dema derbeyê da herkes daket ser kuçe û kolanan û xwedan li welat û alaya xwe derket. Ji ber vê yekê ji bo wan welatiyên me yên ku li dijî hewldana derbeyê derketin, parastina qanûnî derket ku ev yek jî tiştekî rast e.
Ji bo têkbirina derbeyê şeva 15ê Tîrmehê bi milyonan însan daketin kolanan. Deynê stûyê me ye ku em van mirovan biparêzin. Bereksê vê yekê jî tê wateya erêkirina derbeyan. Tê wateya şikandina cesaret û sekna çik a welatiyan a li hemberî derbeyan. Divê em li ser bingeheke rast û dirust li ser meseleyê rawestin. Ev verastkirin ji bo wan welatiyên me yên ku ji bo têkbirina hewldana derbeyê û bûyerên dû wê daketin kolanan, hatiye kirin. Mesele evqas zelal û eşkere ye. Bira tu kes di binê wê da li tiştekî din negere."