DIYARBAKIR
Alîkarê Serokê Baroya Diyarbekirê Nahit Erenê ku li Erbîlê beşdarî amadekariya "Konferansa Neteweyî ya Kurdan" bûbû wiha got: "Dê kongreyeke gelek girîng bê lidarxistin ku ev jî ji bo Tirkiye, Sûrî, Îran û Îraqê dê bibe hêviya aştiyê. Bila kes ji vê yekê nekeve şik û gumanan."
Eren civînên amadekariya berî konferansê ji nûçevanê AAyê nirxand û got ku ji Tirkiyê, Sûriyê, Îranê gelek nûnerên partiyên siyasî beşdar bûne.
Eren da zanîn ku ji Tirkiyê gelek saziyên sivîl, Hevserokê DTKê Ahmet Turk û Serokê Giştî yê BDPê Selahattîn Demirtaş jî beşdarê konferansê bûye û wiha pê de çû:
"Ji bo kongreya ku dê di demeke zû de bê lidarxistin, civîna amadekariyê çêbû. Hat gotin ku bila lijneyek bê sazkirin da ku berî kongreyê amadekariyên kongreyê pêk bîne. Ev lijne dê ji 21 kesan pêk were. Ji bo kongreyê bi taybetî destûrmendên partiyên siyasî yên li Tirkiyê, Sûriyê û Îranê beşdar bûn. A girîng ew bû ku li ser biryara kongreyê her kes yek bû. Bi taybetî kurdên ku li 4 parçeyên cuda bi gelşeyên cuda re hemhal dibin li wir ji bo parastina mafê gelê xwe bûbûn yek."
Eren da zanîn ku di civîna amadekariyê de zêdetir qala bihevrebûneke aştiyane ya kurdan û miletê ku bi wan re dijîn hat kirin û her wiha hat gotin ku êdî li ser kurdan tu zordarî nemaye û kurd êdî bê xwedî nînin. Wekî din li wir a herî balkêş ew e ku her kes di nav yekîtiyekê de van tiştana diaxive.
Eren da zanîn ku ez hem axaftina Barzanî ya li serî hem jî di dawiyê de daxuyaniya encamê ya ku bi me re parve kir, gelek muhîm dibînim û wiha pê de çû:
"Di vê civînê de hat gotin ku kurd li her 4 parçeyan bi mafê xwe dikarin di nav aştiyê de bijîn û her wiha divê rêz û hurmet ji heqê kurdan re bê girtin. Armanca kurdan a sereke û ya kongreyê jî ev e. Di civînê hat dûpatkirin ku divê kongre herî dereng di nav mehekê de çêbe. Çimkî li herêmê bi taybetî li Kurdistana Îraqê di meha îlonê de dê hilbijartin pêk werin, ji ber vê yekê hat xwestin ku kongre zûtir pêk were dê baştir be.
Eren got ku di civînê de Hevserokê DTKê Ahmet Turk peyama Abdullah Ocalan xwend û wiha pê de çû: "Piştî ku rêz û hurmeta xwe pêşkêşê kongreyê kir, ji bo xebatên berî kongreyê jî spasiyên xwe anî ziman. Di nav pirsgirêkên me kurdan de a herî muhîm vê gavê ji ber ku zahf germ e meseleya Sûriyê ye. Bi taybetî ji bo çareseriya çarenûsa kurdan dengê ku herî zêde derdiket, dengê aştiyê bû û zêde kesî jî anî ziman ku êdî rêya şerê çekdarî kêrî kurdan nayê, divê kurd bi rêyên dîplomatîk û sîyasî li çareya xwe bigerin."