ANKARA
Alîkarê Serokwezîr Bulent Arinç, bi munasebeta Cejna Çapemeniyê ya 24ê Tîrmehê got ku azadiya çapemeniyê, di makezagonê de xaleke sereke ye. Arinç, got ku bi dilûcan ji azadiya çapemeniyê bawer dike û wiha dewam kir:
"Lêbelê di van rojên dawî de mixabin bi alikariya hêzen derwelat em gotinên wek 'gelek rojnamevanên girtî û mehkûm hene' dibihîzin. Hin kes li ser vê yekê xelkê dixapînin û ji derwelat re giliyê Tirkiyê dikin.
Hûn bawer bikin ku em, tu caran naxwazin ku rojnamevan di pêkanîna pîşeyê xwe de zehmetiyan bikşînin, ji azadiya xwe mehrûm bibin, lêdanê bixwin û bêne binçavkirin." Arinç, got lê belê divê hemû kes bizanibin ku ev kesên ku wek rojnamevan têne nasandin, bi çi têne sucdarkirin û wiha dewam kir:
"Yên ku pênûsa xwe, ji bo tunekirina hikûmetan dilivînin û di vê demê de sucan dikin hene. Formuleke me tuneye ku em van ji destê darazê xelas bikin. Daraz serbixwe ye, li hemberî sucdaran dê teqez peywira xwe pêk bîne."
Arinç, "Rapora Rojnamevanên Girtî" ya CHPê nirxand û wiha bangî Kiliçdaroglu kir: "Dibe ku yên li bal te raporek amade kiribin. Dema ku ez li wan dinêrim, dibînim ku ew nikarin vê raporê amade bikin. Hin kesan li ser navê parlementerên CHPê amade kirirye. Ez ê raporê bixwînim û lê hûr bibim. Ji kerema xwe xelkê nexapînin. Heke bêyî binpêkirina qanûnan mirovek ji ber nivîsekê, romanekê, karîkaturekê, pirtûkekê hatibe girtin; nîşanî min bidin ez ê herim destê wî/ê maç bikim û lêborînê jê bixwazim. Heke na parastina sucdaran ne karê serokê muxalefeta sereke ye."
Arinç wiha dewam kir: "Ji van 60, 70 kesan herî kêm 40, 45 kes di çarçoveya Qanûna Têkoşîna bi Terorê de têne darizandin. Ev qanûn karîger e. Heke em hin madeyan biguherînin jî tu dikarî li ser navê CHPê bibêjî bila 'Qanûna Têkoşîna bi Terorê' bi temamî were rakirin. Heke wisa be, pêşniyaza xwe bînin meclisê. Hin kes jî ji 'Qanûna Cezayê ya Tirk' têne darizandin."
Arinç, got ne mumkun e ku rojnamevan her çi bixwaze binvîse û bike û bila hesab jê neyê pirsîn; li tu derê dinyayê tiştekî wisa tuneye.