29 Mijdar 2016•Rojanekirin: 30 Mijdar 2016
TBMM
Serokwezîr Bînalî Yildirim der barê guherandina makezagonê da diyar kir ku ew û Serokê Gişkî yê MHPê Devlet Bahçelî ji bo vê meseleyê wê di dema herî kurt da bên bal hev.
Yildirim li Meclisê pirsên rojnamegeran ên der heqê xebatên guherandina makezagonê da bersivand.
Serokwezîr Yildirim destnîşan kir ku ji bo xebatên qal tê kirin wê di dema herî kurt da bi Bahçelî ra hevdîtinê bike.
Ji Serokwezîr Yildirim hat pirsîn ku naveroka xebatên makezagona nû wê çi çaxê bê eşkerekirin û wî jî got: "Hûnê naverokê bibînin, emê eşkere bikin. Em ê bi birêz Bahçelî ra hevdîtinê bikin. Heta ku em xebateke hevpar nekin, li serê li hev nekin daxuyanî tiştekî rast nîne daxuyaniyê bidin. Hûn guh nedin îdiayan. Rastî û îdia tu carê li hev nakin û nêzî hev nînin."
Li ser bibîrxistina rewşa serokomar a ku di pergala nû da wê çawa bibe jî Yildirim wiha pê da çû: "Pir hindik ma. Wê hemû eşkere bibe. Her tişt zelal e. Ji bo me tu pirsgirêk tuneye."